Parlamentoya Alman sandina fuzeyan bo Ukraynayê red kir
PeyamaKurd – Parlamentoya Federalî ya Almanyayê (bundestag) pêşniyara şandina fuzeyên Taurus bo Ukraynayê di dengdana îro 14ê Adarê de red kir.
Di civîna Parlamentoya Federalî ya Almanyayê ya îro Pêncşemê de, pêşniyara şandina moşekên seyrê yên Taurus ên Alman bo Ukraynayê çû ber dengdanê.
Di dengdanê de, ji 690 parlamenteran 495 kesan dengê Na bikar anî û ew pêşniyar hate redkirin.
Hêjayî gotinê ye, Almanya yek ji welatên herî zêde alîkariya leşkerî di şerê ligel Rûsyayê de dide Ukraynayê ye. Ev cara yekem e di dengdana parlamenê de alîkariya bo Ukraynayê tê redkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin