Serokwezîrê Polonya: Ser metirsiyeke rasteqîn e û Ewropa ne amade ye

30 March 2024 14:02 0 dîtin
Serokwezîrê Polonya: Ser metirsiyeke rasteqîn e û Ewropa ne amade ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk egera rûdana şerekî mezin ê Rûsya û welatên ewropî destnîşan kir û got: "Rûsya di serdema 'beriya şer' de ye û ji bo parastîmayîna parzemîna ewropayê, divê Ûkrayna di şerê li dijî Rûsyayê de têk neçe. Êrî şer ne konsepteke ji demên berê ye. Ev rastî ye û du sal berê dest pê kir."

Ev daxuyaniya Tusk piştî hêrişa mezin a Rûsyayê ya li dijî pergala enerjiyê ya Ûkraynayê ya roja pêncşemê hat.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî diyar kir ku Moskow li dijî welatên NATOyê "ne xwedî niyeteke hêrişkar e".

Putin her wiha tekez kir ku ramana ku Rûsya xwediyê yek ji mezintirîn stokên çekên nukleerî yê cîhanê ye û wê hêrişî Polonya, welatên Baltik û Komara Çek ku hemû endamên NATOyê ne bike, "bi temamî pûç e".