Gethingê weke Serokwezîrê Gallerê hat hilbijartin, bû yekem rêberê res ê Ewropayê

21 March 2024 08:32 0 dîtin
Gethingê weke Serokwezîrê Gallerê hat hilbijartin, bû yekem rêberê res ê Ewropayê

PeyamaKurd – Serokê Partiya Karker a Gallerê Vaughan Gething bi dengdana ku do li parlementoyê hat kirin, weke Serokwezîrê Herêmê yê Gallerê hat hilbijartin û di heman demê de bû serokê yekem yê reş ê Ewropayê.

Gething, ku di 16ê Adarê de piştî îstifakirina serokê partiyê û serokwezîr Mark Drakeford wek serokê partiyê hat hilbijartin, ji bo posta serokwezîriyê bi Serokê Partiya Plaid Cymru Rhun ap Iorwerth û Serokê Partiya Muhafazakar a Welşî Andrew Davies re hevrikî kir.

Li Parlamentoya Gallerê (Senedd) ku bi giştî 60 kursî hene, ji bo namzetên serokwezîrtiyê 51 deng hatin dayîn, Gething 27 deng, Davies 13 deng û Ap Iorwerth jî 11 deng stendin.

Bi vê encamê, Gething bû serokwezîrê nû yê herêmê û yekem Serokwezîrê reş li Ewropayê.