Senatoya Amerîkayê, pistgiriya herdu welatan qebûl kir
PeyamaKurd- Senatoya Amerîkayê, pêşnûmeya ku ji ber karesata erdhejê piştgirî dabû Tirkiye û Suriyeyê, qebûl kir. Di pêşnûmeya biryarê de banga piştgirîkirina xebatên jinûveavakirinê yên herdu welatan hat kirin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Senatoya Amerîkayê, pêşnûmeqanûna ku ji bo kesên ku ji ber karesata erdhejê ya li Tirkiye û Suriyeyê mexdûr bûne, dihundirîne, qebûl kir.
Di pêşnûmeya biryarê ya di 16ê Sibatê de hat pêşkêşkirin de hat bibîrxistin ku gelek kesan di van karesatan de can dane û bi hezaran kes jî di bin bandorên erdhejê de mane.
Senatoran ji hikûmeta Amerîkî xwest ku piştgirîya hewildanên jinûveavakirinê yên herdu welatan bike û hikûmet hat vexwendin ku piştgirî ji tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û agirkujiyê, endezyarên avahîsaziyê, personelên pizîşkî û pêdiviyên pisporên teknîkî peyda bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin