Amerîkayê, bang li herdu welatan kir: Demildest rawestînin!

13 September 2022 16:00 0 dîtin
Amerîkayê, bang li herdu welatan kir: Demildest rawestînin!

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, li ser pevçûnên ku di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de derketine, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de bang li aliyan hat kirin ku pevçûnên xwe rawestînin.

Piştî ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê ve raya giştî ya cîhanê hat agahdarkirin ku li sînorên Azerbaycan û Ermenîstanê pevçûn dest pê kirine, ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ve daxuyaniyek hat dayîn.

Blinken di daxuyaniyê de bal kişand ser xetereya encamên pevçûnan û got,

“Amerîka, êrîşên li Ermenîstanê li wargehan û li binesaziya sivîlan tê kirin jî di nav de ji agahiyên pevçûnên li ser sînorên Azerbaycan û Ermenîstanê, xwedî fikarên bi xof e. Ev demek dirêj e em li ser hev dibêjin ku ev pirsgirêk, bi hewilên leşkerî nayên çareserkirin. Em bang dikin ku dawî li hemû cure pevçûnên leşkerî bê hanîn.”