Herdu welatan, bang li Talîbanê kir: Dawî li qedexeyan bînin

17 February 2023 16:31 0 dîtin
Herdu welatan, bang li Talîbanê kir: Dawî li qedexeyan bînin

PeyamaKurd- Li gor nûçeya Global Timesê, di serdana Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya fermî ku 3 rojan ji bo Çînê hatibû destnîşankirin de Reîsî û Serokomarê Çînê Şi Cinping bal kişandin ser sepanên Talîbanê yên li ser jinan û bang kirin ku dawî li van zextan bînin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de di derbarê mijarên herêmî û navneteweyî û her wiha siyasî, ewlehî, berevanî, geşepêdana aborî, perwerdehî û çandê de hat axaftin û hat diyarkirin ku hevkariya Çîn û Îranê "bi îstiqrar" bi pêş ve diçe û li hember nediyariyên jeopolîtîk berxwedêr e.

Hat ragihandin ku Çîn û Îran li ser xurtkirina têkiliyên dualî û bipêşxistina hevkariyên berfireh di warên cuda de bi biryar in û bal kişandin ser girîngiya aştî û îstiqrara Kendava Farsê ya ji bo ewlehiya cîhanî û veguhestina enerjiyê .

Her wiha hat destnîşankirin ku Çîn û Îranê li ser xurtkirina hevkariya di têkoşîna dijî terorê da li hev kirin û herdu welatan li ser xurtkirina peywendiyên stratejîk ên di navbera saziyên berevaniyê de di hemû astan da di navbera artêşê da hevkariyê bikin û asta personelê berfireh bikin.

Hat zanaîn ku endamtiya Îranê li Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) dê bibe sedema aştî, ewlehî, îstiqrar û geşepêdana navçeyî û navneteweyî û koma BRICS ya Çînê (Brezilya, Rusya, Hindîstan, Çîn û Efrîkaya Başûr) ya Îranê pêşwaziyê li vê yekê kir.

Daxuyaniyê bal li ser sepandina qedexeyên Talîbanê ya li ser dîtina jin û keçan a di xwendin û kar de hat kişandin ku ji dema hatina ser desthilatê û heta niha berdewam e û wiha hat gotin:

"Herdu aliyan daxwaz ji desthilatdarên Efxanî kirin ku hikûmetek berfireh ava bikin ku tê de hemî komên etnîkî û siyasî bi bandor beşdar bibin û dawî li hemû kiryarên cihêkariyê li dijî jinan, hindikahiyên etnîkî û olên din bînin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku Amerîka û hevalbendên NATOyê, ji rewşa heyî ya li Efxanîstanê berpirsyar in.