YEyê, banga civîna lezgîn li herdu welatan kir!

22 June 2023 15:30 0 dîtin
YEyê, banga civîna lezgîn li herdu welatan kir!

PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, li ser rageşiya pevçûnan bang li rêberên Sirbîstan û Kosovayê kir ku bicivin.

Josep Borrell, di banga xwe de diyar kir ku ew ê li Brukselê bi Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti û Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic re "civînên lezgîn" bikin û di vê derbarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got ku

"Pêdiviya lezgîn, bi kêmkirina rageşiyê û hilbijartinên nû li bakur bi beşdariya sirbên Kosovayê heye. Ev hem ji bo herêmê û hem jî ji bo YEyê gelek girîng e." 

Di derbarê civênên ku dê bên kirin de nehat diyarkirin ku bê ka Kurti û Vucic dê bi Borrell re hevdîtinên cuda cuda yan hevdîtineke bi hev re bikin. Lewra herdu rêberan jî ragihandibû ku ew li dijî plana hevdîtina aliyan li Brukselê ne. 

Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic jî beriya niha diyar kiribû ku ew ê Brukselê bi Kurti re hevdîtinê nekin û gotibû, "Tiştekî ku ez pê re biaxivim, tuneye."