Rûsyayê banga civîna lezgîn li Encûmena Ewlehiyê kir
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Rusyayê, bi sedema êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li Iraq û Sûriyeyê yên li diji komên çekdar ên girêdayî rejîma Îranê, banga civîna lezgîn li Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye.
Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Dmîtry Polyansky bi ser hesabê xwe yê medyaya civakî X'ê ragihand ku Rûsyayê banga civîna lezgîn li Encûmena Ewlekariyê ya NY kiriye. Polyansky diyar kir ku sedemê banga Rûsyayê, êrîşên DYA yên li Sûriyê û Îraqê ne.
Dmitry Polyansky di daxuyaniya xwe de got: "Ji bo gotûbêjkirina gefên li ser aştî û ewlehiya navnetewî yên ji ber êrîşên DYA ku li dijî Îraq û Sûriyê pêk aniye,Rûsyayê banga civîneke lezgîn li Encûmena Ewlekariyê ya NY kir.”
Polyansky da zanîn ku ew pêşbînî dikin ku civîn di 5ê Sibatê (Sibê), di demjimêr 16.00an de pêk bê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin