Fransayê ji bo Tirkiyê banga civîna lezgîn li YEyê kir

25 June 2020 16:39 0 dîtin
Fransayê ji bo Tirkiyê banga civîna lezgîn li YEyê kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, li ser krîza navbera Tirkiye û Fransayê ya li ser Libya û Behra Spî banga civîneke lezgîn kir.

Le Drian ku beriya niha mijar li NATOyê dabû gotûbêjkirin vê carê jî xwest Yekîtiya Ewropa (YE) li hember Tirkiyê ji bo parastina berjewendiyên xwe rijd be.

Le Drian ji YEyê banga civîna lezgîn bo Tirkiyê kir û bal kişand ser birina çekdarên Sûriyê bo Libyayê ji aliyê Tirkiyê ve û got, pêdiviya me pê heye em rola Tirkiyê ya ku dixwaze li Libyayê bilîze zelal bikin.