Almanyayê, bang li herdu welatan kir: Êdî asteng nekin!

11 November 2022 15:30 0 dîtin
Almanyayê, bang li herdu welatan kir: Êdî asteng nekin!

PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, li ser endamtiya NATOyê ya Swêd û Finlandiyayê, bang li rayedarên Tirkiye û Macarîstanê kir ku êdî zêdetir astengiyan dernexin.

Annalena Baerbock, di banga xwe de ji rayedarên Macarîstan û Tirkiyeyê xwest ku êdî astengiyan li pêşiya endamtiya Finlandiya û Swêdê dernexin û endamtiya wan zûtir erê bikin.

Baerbock, piştî civîna xwe ya ligel Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom bi dawî kir, daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser lihevkirina ku di meha hezîranê de li Lûtkeya NATOyê ya li Madridê hatibû guftûgokirin.

Baerbock, hevdîtin û lihevkirina li ser wan xalan bi bîr xist û got ku niha dem hatiye ku ew yek were bicihanîn.

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û ragihand ku niha hevdîtinên di navbera Tirkiye û Swêdê de bi awayekî gelek erênî tên dimeşin.

Her wiha Wezîra Karên Derve ya Almanyayê, di dawiya axaftina xwe de ragihand ku ku ew ê di demeke nêzîk de biçe paytexta Tirkiyeyê ya Enqereyê.