3 welatan banga demûdest bidawîanîna cezayê Îdamê li Îranê kir

16 December 2022 20:23 0 dîtin
3 welatan banga demûdest bidawîanîna cezayê Îdamê li Îranê kir

PeyamaKurd – Di demeke ku rejîma Îranê dest bi darvekirina xwepêşanderên girtî kiriye de, bertekên welatên cîhanê yên dijî Îranê digel berdewama protesto û serhildanên li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin.

Herî dawî Wezaretên Derve yên Kanada, Awustralya û New Zelandê bi daxuyaniyeke hevpar tepeserkirina “hovane” ya xwepêşanderên Îranê şermezar kirin û ji rejîma Îranê daxwaz kirin ku demûdest dawî li cezayê îdamê bîne.

Wezîrên sê welatan di daxuyaniya hevbeş de, bal kişandin ser êrîş û kiryarên hovane yên hêzên rejîma Îranê li dijî xelkê xwe, bi taybet jin û keçên Îranê û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin: “Gelên Îranê hêviya xwe ji dest nedane û tevî hemû gefan jî bi wêrekî daxwaza rêzgirtina mafên xwe yên mirovî dikin.”