Banga welatan ji welatiyên xwe re: "Lubnanê biterikînin"
PeyamaKurd – Tedbîr û hişyariyên welatan ên derbarê rageşiya li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê de zêde dibin, dewam dikin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê bang li hemwelatiyên xwe kir ku ji ber îhtîmala têkçûna bilez a rewşa ewlehiyê li Lubnanê, xwe ji geşta Lubnanê dûr bixin û wî welatî terk bikin.
Brîtanya biryara vekişîna demkî ya malbatên karmendên balyozxaneya xwe ya li Beyrûta paytexta Lubnanê ragihand.
Fransa, Îtalya û Awûstralyayê jî bang li welatiyên xwe kirin ku ji Libnanê derkevin.
Endonezya daxwaz ji hemwelatiyên xwe kir ku demûdest xwe ji geşta Lubnan, Îran û Îsraîlê dûr bixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin