Urdinê 44 hemwelatiyên xwe ji Lubnanê bir

08 October 2024 20:36 0 dîtin
Urdinê 44 hemwelatiyên xwe ji Lubnanê bir

PeyamaKurd – Piştî Îsraîlê êrîşê bir ser Hîzbûllah a Lubnanê, dewleta Urdinê bi sedema ewlehiya Lubnanê nemaye, 44 hemwelatiyên xwe ji Lubnanê bir.

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen es-Safedi ragihand ku ferman ya Qral Abdullahê, ji bo wî ewlehiya hemwelatiyan berya her tiştiye.

Es-Safedi piştî seredana xwe ya Lubnanê daxwuyanî da û got ku Qral Abdullah ferman daye wezareta karên derve û xwestiye ku ewlehiya hemwelatiyên Urdinê yên li Lubnanê garantî bikin. Safedi got ku hemwelatiyên Urdinê yên li Lubnanê yên xwestine dagerin welatê xwe, bi balafirekî leşkerî birine Urdinê.

Di ragihandina Safedi de hat gotin ku divê ewilî li Lubnanê êrîş rawestin û piştî wê jî, divê çi pêdiviyên xelkê Lubnanê yên mirovî hebin, divê ji wan re bên şandin.

Eymen Safedi, do seredana Lubnanê kiribû, bi serokwezîrê Lubnanê bi Necib Mikati û rayedarên Lubnanê re hevdîtin kiribû.