Wezîrê Derve yê Urdinê tevî 13 ton alîkarî serdana Lubnanê kir
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Safadî, di demeke ku şerê Îsraîl-Hizbullahê berfireh bûye de, tevî 13 ton alîkariya mirovî serdana Lubnanê kir û ji aliyê Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mikatî ve jî hate pêşwazîkirin.
Safadî di demeke ku bombardimana Îsraîlê li ser binkeyên Hizbullahê yên Lubnanê zêde bûne de, 13 ton alîkariya kelûpelên pizîşkî û dermanan ligel xwe bi balafirê gihand Beyrûdê.
Di hevdîtina xwe ya ligel Mikatî de, Safadî, bal kişand ser metirsiya berfirehbûna şer li Rojhilata Navîn û got ku ew li herêmê rûbirûyî felaket û rageşiyeke mezin in.
Herwiha Safadî got ku ew piştevanê wê yekê ne, li gorî biryara 2006an a Neteweyên Yekbûyî ku piştî şerê Hizbullah-Îsraîlê hatibû pesendkirin, Lubnan bikeve jêr kontrola tenê artêşa Lubnanê û hêza aştiyê ya NYyê.
Wezîrê Lubnanî herwiha piştevaniya xwe bo hewldana Amerîka û Fransayê ya agirbesta 3 hefteyan bo Lubnanê eşkere kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin