Kanada ji welatiyên xwe re: Tavilê Lubnanê biterikînin
PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Melanie Joly bang li welatiyên xwe yên li Lubnanê dijîn kir ku welatê xwe terk bikin û hişyarî da ku tundiya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de wê zêdetir bibe.
Melanie Joly di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bang li welatiyên xwe kir ku demildest Lubnanê terk bikin û dawî li karên xwe yên giştî û taybet bînin.
Wezîr Joly balkişand li ser wê yekê ku rewşa ewlehiyê li Lubnanê ji ber tundûtûjiyên berdewam û zêde yên di navbera Hizbullah û Israîlê de guherbar û nediyartir bûye, Wezîr Joly nirxand ku îhtîmal e ku bêyî hişyariyekê rewş aloztir bibe.
Ji aliyeke din ve Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin îro Sêşemê 25ê Hezîrana 2024ê daxuyaniyek da û tê de hişyarî da ku eger rewşa di navbera Îsraîl û Hizbullahê xirabtir bibe, metirsiya şerekî herêmî li Rojhilata Navîn heye.
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hasan Nasrallah herî dawî gef li Îsraîlê xwaribû ku eger êrîşek li ser Lubnanê pêk were, wê ji bejahiyê, behrê û hewayî ve Îsraîl bike hedef.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin