Amerîkayê bang li hemwelatiyên xwe kir: Demildest ji ‘wî’ welatî derkevin!
PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Mînskê diyar kir, Lîtvanyayê hin deriyên sînorî yên bi Belarûsê re girtine û got, “Hikûmetên Polonya, Lîtvanya û Letonyayê diyar kirin ku mimkun e gelek deriyên sînor ên bi Belarûsê re bên girtin.
"Divê hemwelatiyên Dewletên Yekbûyî yên li Belarûsê tavilê welatê xwe biterikînin."
Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Mînskê de hat bibîrxistin ku Lîtvanyayê biryar da ku hin deriyên sînor ên bi Belarûsê re bigire.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku welatên din ên Ewropayê yên cîranên Belarûsê dikarin biryarên bi heman rengî bigirin û wiha hat gotin, "Hikûmetên Polonya, Lîtvanya û Letonyayê diyar kirin, mimkun e ku zêdetir deriyên sînor ên bi Belarûsê re werin girtin. Hemwelatiyên Dewletên Yekbûyî yên li Belarûsê divê tavilê welêt biterikînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin