Amerîkayê bang li welatiyên xwe kir: Demildest ji wê herêmê derkevin

26 August 2021 09:46 0 dîtin
Amerîkayê bang li welatiyên xwe kir: Demildest ji wê herêmê derkevin

PeyamaKurd – Bayozxaneya Amerîka ya li Kabûlê, bang li welatiyên Amerîkî yên li Afganistanê kir, da ku neçin Balafirgeha Navneteweyî ya Hamid Karzai.

Amerîka ji welatiyên li her sê deriyên balafirgehê daxwaz kir, demildest ji wê herêmê derkevin.

Ew hişyarî di malpera balyozxaneyê de hat weşandin, lê ser sedema hişyariyê ti hûrgilî nehat dayîn.

Serok Joe Biden û hin karbidestên Amerîkî, piştî Talîbanê Kabûl bi dest xwe xistibû di rojên borî de ser êrîşên Dewleta Îslamî (DAIŞ) fikarên xwe ragihandibûn.

Di hişyariya balyozxaneyê de ji welatiyan hat xwestin ku di nav qelebalixê de hay ji dora xwe hebin.