Amerîkayê, bang li welatiyên xwe kir: Ji Ukraynayê derkevin

23 August 2022 15:01 0 dîtin
Amerîkayê, bang li welatiyên xwe kir: Ji Ukraynayê derkevin

PeyamaKurd- Balyozxaneya Amerîkayê ya Kievê bang li welatiyên xwe yên li Ukraynayê kir ku ji Ukraynayê veqetin. Sedem jî wisa hat diyarkirin ku dibe Rusya van rojan êrîşên li dijî sivîlan zêde bike.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Balozxaneya Amerîkayê ve hat dayîn de hat eşkerekirin ku dibe Rusya di rojên pêş de êrîşan li dijî xelkê sivîl û avahiyên hikûmetê zêde bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve agahî hatine bidestxistin ku Rusya van rojan lezê daye amadekariyên xwe yên êrîşa li dijî avahiyên sivîlan û hikûmetê.

Balyozxaneya Amerîkayê bang li welatiyên xwe yên li Ukraynayê dike ku heger bi ewle be, vebijêrkên hatina bi rêya bejahî bi kar bînin û ji Ukraynayê veqetin.”

Şerê ku ji aliyê Rusyayê ve li dijî Ukraynayê hatibû destpêkirin, ji 24ê Sibatê ve berdewam e û li gorî agahiyên dawî, heta niha di derbarê hevdîtin û lihevkirina rêberên Rusya û Ukraynayê de hêvî nehatine rojevê.