Balyozê Amerîkayê ji welatiyên Amerîkayê xwe kir ji Ukraynayê derkevin
PeyamaKurd – Balyozê Amerîka yê li Kîevê ji welatiyên Amerîkayê daxwaz kir ku ji Ukraynayê derkevin.
Li gor Balyozê Amerîka yê li Kîevê bi daxuyaniyekê hişyarî da welatiyên welatê xwe û eşkere kir, ji ber êrîş û bombebaranên berdewam ên Rûsyayê li ser Ukraynayê, daxwazê ji welatiyên xwe dikin ku serdana Ukraynayê nekin.
Di berdewamiyê de Washingtonê daxwaz kir, welatiyên Amerîkî yên li Kîevê, demildest bi rêya bejahiyê, Ukraynayê bi cih bihêlin û ji hemû cûre kombûnan dûr bikevin, da ku nebin armanca êrîşên Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin