Hollandayê bang li welatiyên xwe kir: Ji Iraqê derkevin

28 October 2023 15:01 0 dîtin
Hollandayê bang li welatiyên xwe kir: Ji Iraqê derkevin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Hollandayê bang li hemwelatiyên xwe kir ku di zûtirîn demê de ji Iraqê derkevin.

Di daxuyaniya wezaretê de ji welatiyên Hollandayê hat xwestin ku ji Iraqê derkevin û hat destnîşankirin, her kêlî dibe ku rewşa ewlehiyê ya welêt xirab bibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji ber bûyerên Gazzeyê, li bajarên mezin ên Iraqê xwepêşandan tên lidarxistin û îhtîmala tundî û armanckirina kes û aliyên rojavayî jî heye. "Dibe ku rewşa ewlehiyê li Iraqê ji nişka ve xirab bibe, lewra em bang li welatiyên Hollandî dikin ku demildest ji Iraqê derkevin."

Wezareta Derve ya Holanda ku Herêma Kurdistanê weke kategoriya porteqalî û deverên din ên Iraqê jî weke herêma sor ragihandibû, daxwaz ji welatiyên xwe kir ku demildest ji herêma sor derkevin û eger pêwîst bike li nav devera porteqalî bimînin.

Hefteya borî Amerîka û Kanadayê jî bang li welatiyên xwe kiribûn ku ji Iraqê derkevin.

Ev bangawazî piştî wê yekê hat ku hin komên çekdar li Iraqê di rojên borî de êrişên moşekî li ser bingehên hevpeymaniyê li navçeyên curbicur pêk anîn û gefa derxistina wan ji Iraqê kirin.