Senatoya Amerîkayê pakêta pistgiriya 'wan' herdû dewletan red kir

07 December 2023 17:29 0 dîtin
Senatoya Amerîkayê pakêta pistgiriya 'wan' herdû dewletan red kir

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Amerîkayê pakêta aborî ya ku 105 milyar dolar piştgiriyên ji bo Îsraîl û Ûkraynayê tê hebû, di dengdana Senatoyê de hat red kirin. 

Li Amerîkayê pakêta plansaziya aborî ku tê de, 61.4 mîlyar dolar ji bo Ûkraynayê û 14.3 milyar dolar piştgiriyan dihat payîn kirin, ji bo ku bê dengdan an jî na, li Senatoya ji 100 Senatoran pêkhatî dengdana pêşî hat kirin û 49 Senator dengê erê dan pakêtê û 51 Senator jî dengên na dan e. 

Hemû Senatorên Komarperest bi hênceta ku ewlehiya sînorê Amerîka - Meksîkayê baş nehatiye zêde kirin û bergiriyên pêwist nehatine girtin dengê 'na' dane. Senatorê ku Demokratan re tevdigere yê serbixwe Bernîe Sanders jî di vê dengdanê de, bi Komarperestan re tevgeriya ye. 

Serokê Amerikayê Joe Biden jî li ser tora medya civakî daxuyaniyekî belav kir û got: 

"Komarperstên li Kongreyê ji ber daxwazên xwe yên polîtîqayên sînorî nedane qebûlkirin, bi partîzanî tevgeriya ne û gefa qûtkirina piştgiriyên ji bo Ûkraynayê dixun. Eva sitratejiyeke şantaj a sîyasî ya basît û aşkere ye."

Ji bo ku ew pêşnûmeya aborî bihata dengdankirin, pêwîstî bi 60 dengên erênkirinê hebû.