Amerîka pistevaniya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Balyozê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Irvin Hicks ragihand, Amerîka piştevaniya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike.
Irvin Hicks li ser lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê di Sibata 2024an de gotarek pêşkêş kir.
Hicks ev daxuyanî da:
"Wekî ku di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hatiye gotin, em li bendê ne ku hilbijartin bên kirin da ku gel derfet hebe ku nûnerên xwe yên pêşerojê hilbijêrin."
Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got, “Pêwîst e aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê erkên xwe bi cih bînin û di vî warî de gavên pêwîst bavêjin. Herwiha em hêvî dikin ku aliyên siyasî li gorî prensîbên demokratîk, yasayên Herêma Kurdistanê û Destûra Iraqê tevbigerin.”
Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin, divê hilbijartin li gorî qanûnê bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin