Nasrallah: Kestiya petrolê ji Îranê gihîst Banyasa Sûriyê
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Hîzbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah ji bo petrolê bibin Lubnanê, keştiya petrolê ya ji Îranê dihat di 12 ê êlûnê de gihîştiye lîmana Banyasê ya Sûriyê. Nasrallah di televîzyonê de axifî û got ku ji bo dewleta Lubnanê di halê zorê de nemîne, keştî di şûna Lubnanê de barê xwe li Banyasa Sûriyê vala kiriye.
Nasrallah got ku keştî roja yekşemê gihaye Banyasê, valakirina bar wê îro biqede û wê petrolê di 16 ê mehê de neqlê Wadiya Bekayê bikin û paşî ji wê derê bibin depoyên Herêma Balbekê. Nasrallah li ser belavkirina petrole got ku wê hinek petrolê belaş belav bikin û yên mayî di rojên pêşiya me de bi bihayekî maqûl bifroşin.
Nasrallah ragihand ku wê keştiya duyem ya mazotê di nav çend rojan de bigihê Banyasê û karê îdarî yê keştiya sêyem temam bûne û niha bar dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin