Amerîka: Îranê 5 saetan dest danî ser kestiya me ya petrolê

13 August 2020 20:05 0 dîtin
Amerîka: Îranê 5 saetan dest danî ser kestiya me ya petrolê

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê CENTCOMê ragihand ku Îranê li Kendava Hurmizê ji bo demekê dest daniye ser keştiyeke wan a tankêra petrolê.

CENTCOMê herwiha dîmenên reş û spî yên dema hêzên deryavaniya Îranê ji helîkopterê dadikevin ser keştiya wan a bi ala Liberyayê ya bi navê MV Wila, belav kirin.

Herwiha CENTCOMê da xuyakirin ku keştiyên hêzên deryavaniya Îranê jî di bûyera destdanîna ser keştiya wan de cî girtine.

Hat ragihandin ku piştî 5 demjimêran îraniyan keştî serbest berdaye û tankêra petrolê jî ti hişyariyek derbarê bûyerê de nedaye.