VIDEO | Amerîkayê di kestiyekê de dest danî ser zêdetirî 150 fuzeyên Îranê
PeyamaKurd - Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan li herêma Kendava Farsê di keştiyeke piçûk de, dest danîye ser zêdetirî 150 fuzeyên ku Îranê ji Hûsiyên Yemenê re dişand.
Li gorî ragihandina Reutersê, artêşa Amerîkayê roja Pêncşemê di keştiyeke li kendava Farsê de dest danî ser fuzeyên Îranê.
Hêzên deryayî yên USS Normandy jî ragihand ku keştiyeke tê de çekên “Ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin” hebûn wan rawestandiye ku 150 fuzeyên antî-tank û sê fuzeyên ji erdê ber bi hewayê ve tên avêtin ên li hundirê keştiyê hatine desteserkirin.
Herwiha hevdem, Senatoya Amerîkayê jî heman rojê projeyasayek pejirand û erkên leşkerî yên Serokê Amerîka Donald Trump ên li dijî Îranê sînordar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin