Iraq: Îranê dest danî ser kestiyekê

10 January 2024 18:28 0 dîtin
Iraq: Îranê dest danî ser kestiyekê

PeyamaKurd - Wezareta Veguhestinê ya Iraqê ragihand ku Îranê li ava qada navneteweyî dest daniye ser keştiyeke bi alaya Tanzanyayê.

Berdevkê Wezareta Veguhestinê ya İraqê Meysem Safî da zanîn ku keştî di ava qada navneteweyî ya hevpar a Iraq û Îranê de bûye lê nêzîktirî Îranê bûye û neketiye nav ava Iraqê.

Meysem Safî da zanîn ku hêzên rejima Îranê ew keştî ber bi aliyê xwe ve birine û dest danine ser keştiyê.

Berdevkê Wezarete herwiha diyar kir ku keştî hîn jî di destê Îranê de ye û ew nizanin bare wê çi ye.

Sînorên avê, bi taybetî jî yên li herêma Şetul Erebê ji zû ve di navbera Îran û Iraqê de babeta pirsgirêkê ye.

Her du dewletan di 1975an de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Peymana Cezayîrê îmze kiribûn, lê belê rejîma berê ya Iraqê ji peymanê vekişiyabû.

Rejîma Îranê ji di Îlona 2023yan de li Kendavê bi hinceta veguhestina nefta deryasayî dest danîbû ser du keştiyên bi alayên Panama û Tanzanyayê.