Li Derya Spî kestiya koçberan binav bû! 8 kes mirin!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber keştiya koçberan a hewl dida derbasî Deryaya Spî bibe, di nav de zarokek jî hebû 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Herikîna koçberiyê û qezayên keştiyan li Deryaya Spî ya Navîn ku yek ji rêyên koçberiya neqanûnî ye, pir caran ji Afrîkayê berbi Ewropayê ve tê bikar anîn, berdewam dike.
Li gor nûçeya ajansa ANSA ya Îtalyayê, ekîbên Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê bersiv dan boteke ku li herêma Lêgerîn û rizgarkirinê ya Maltayê (SAR) ya Deryaya Spî binav bû.
Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê 23 kes rizgar kirin û cesedê 8 kesan ku di nav wan de zarokek jî hebû ji keştiyê derxistin.
Hat diyarkirin ku di îfadeyên ewil ên kesên hatine rizgarkirin de kesên din jî di behrê de winda bûne ku keştî binav bûye û hejmara wan nehat zanîn.
Şaredarê Lampedusa Filippo Mannino, di daxuyaniya xwe ya têkildarî qezaya keştiyê ya dawî de, diyar kir ku trajediyeke din a li behrê giravên wî hejandiye û got, "8 kesên mirî ku di nav wan de keçeke biçûk jî hebû, nû anîn hundir. Ev niha bûye jimareke bêdawî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin