Belema penaberan binav bû: 10 kes mirin, 29 jî winda ne

15 December 2021 15:24 0 dîtin
Belema penaberan binav bû: 10 kes mirin, 29 jî winda ne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Malezyayê belmeke penaberan binav bûye û di encamê de 10 kes mirine û 29 kes jî hîn winda ne.

Ajansa Înfazê ya Deryayî ya Malezyayê (MMEA) bi daxuyaniyekê ragihand ku li eyaleta Johor a Malezyayê belmeke ku penaber tê de bûn binav bûye.

Serokê MMEAyê Amîral Nurul Hizam Zakaria gotiye, zarok jî di nav de nêzî 60 kes di nava belemê de hebûn û heta niha herî kêm 10 termên penaberan hatine dîtin û 21 kes jî hatine rizgarkirin.

Herwiha Zakariya diyar kiriye ku belem di şert û mercên dijwar ên deryayê de, li derdora demjimêr 04:30 yê beyaniyê noqî avê bûye û lêgerîna 29 kesên winda jî dewam dike.