Li Atlantîkê kestiya penaberan noq bû: 89 kes mirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Zeryaya Atlantîkê, li peravên Morîtanyayê keştiyeke ku bi penaberan dagirtî noqî avê bûye û di encamê de 89 penaber fetisîne.
Hêzên ewlehiyê yên Morîtanyayê di keştiya ku li peravên bajarê Ndiago yê li başûrê rojavayê welêt binav bû, termê 89 koçberan ji Zeryaya Atlantîkê derxistin.
Li gor nûçeyên ku di medyaya cîhanê de hatine belavkirin, li Zeryaya Atlantîkê keştiyeke ku nêzî 184 koçber tê de bûn, li peravên Ndiago noqî avê bû.
Piştî noqbûna keştiyê hêzên ewlehiyê keçeke 5 salî jî di nav de 36 penaberan rizgar kirin û termê 89 kesan jî ji avê derxistin.
Xebatên lêgerînê yên ji bo rêwiyên winda berdewam dikin.
Tê payîn ku piraniya koçberên di keştiya ku hat tomarkirin ku ji herêma sînorê Senegal û Gambiyayê bi rê ketine, welatiyên Senegalî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin