Li Derya Mansê kestiya penaberan noq bû: 66 kes hatin rizgarkirin

16 December 2023 00:34 0 dîtin
Li Derya Mansê kestiya penaberan noq bû: 66 kes hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Deryaya Manşê keştiyeke penaberan noq bûye û di encamê de penaberekî can da, 66 penaber jî hatin rizgarkirin.

Li gorî ragihandina, yekîneyên parastina deryayî yên Fransayê, bi şev keştiyeke bi dehan penaber tê de bûn, dema hewl dida xwe bigihîne Brîtanyayê, li Deryaya Manşê noqî deryayê bûye.

Hate diyarkirin ku di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û rewşa kesekî din jî giran e.

Rayedarên Fransayê diyar kirine ku 66 bi saxî hatine rizgar kirin û kesekî rewşa wî giran jî bi helîkopterê rakirine nexweşxaneyê. Rayedarên Fransî ragihandine ku lêgerîna kesên sax mane dewam dike.