Li Derya Spî kestiya penaberan noq bû: 34 kes mirin
PeyamaKurd – Keştiya penaberên ku dixwestin di ser Deryaya Spî re biçin Ewropayê, noqî avê bû. Ji 53 kesên di keştiyê de, 34 penaberan jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku li peravên Kerkennah a Tûnisê, keştiyeke ku komek penaber tê de bûn binav bû ku piraniya kesên di keştiyê de, jin û zarok bûn.
Berpirsekê bajarê Safekesê yê Tûnisê Mûrad Turkî ragihand, wan xwe gihandiye cenazeyê 12 kesan ku roja Sêşemê jî cenazeyê 22 kesan hatibû dîtin.
Hat zanîn ku kesên mirine 23 ji wan jin, 2 jî zarok in, lê nehat diyarkirin bê ew penaber welatiyên kîjan welatan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin