Kestiya penaberan li Okyanûsa Atlantîkê noqî avê bû: 58 mirî

05 December 2019 18:50 0 dîtin
Kestiya penaberan li Okyanûsa Atlantîkê noqî avê bû: 58 mirî

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku keştiyek li Okyanusa Atlantîk nêzî Morîtanyayê noqî avê bûye û 58 penaberên tê de bûn jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa El-Hicra ya girêdayî NYyê îro Pêncşemê ragihand ku keştiyek ku bi dehan penaber li tê de bûn, li nêzî kendavên Morîtanyayê noqî avê bû. Di encama wê de 58 kesî jiyana xwe ji dest da.

Ajansê herwiha diyar kir ku herî kêm 150 kes di keştiyê de hebûn û sotemeniya wê jî kêm bû dema ku nêzî Morîtanyayê dibû, noqî ava okyanûsê bûye.

Hikumeta Morîtanyayê ragihand ku wan li bajarê Newzîbo yê bakurê welêt, alîkariya kesên ji bûyerê rizgar bûne kiriye.