El-Meyadin TV: Li Okyanûsa Hindê êrîsê kestiya Îsraîlê kirin

03 July 2021 22:37 0 dîtin
El-Meyadin TV: Li Okyanûsa Hindê êrîsê kestiya Îsraîlê kirin

PeyamaKurd – Televîzyona El-Meyadin ê ya ku nêzîkê Hîzbûllah a Lubnanêye, ragihandiye ku keştiyeka Îsraîlê ya bazirganiyê li Okyanûs a Hindê ketiye ber êrîşeka çekdar û di keştiyê de şewat derketiye. Meyadin TV ragihandiye ku çavkaniya wan ya baweriyê ye.

Keştiya behsa wê têkirin, berya ber bi Îmaratan ve here li Erebistana Si’ûdiyê li lîmana Cidde rawestiyaye. Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe.

Tişta balkêş ew e ku ev bûyer piştî xebera ku ‘Îsraîlê bi dronê li rojavayê Tehranê êrîşekê pêkaniye’, çêbûye.

Rojnamevanê Îsrîlî Barak Ravid bi rêvebirekî Îsraîlê re axifiye ku nexwestiye navê wî bê aşkerakirin, piştrast kiriye ku keştiya navborî xwediyê wê karzsazekî Îsraîliye.