Kestiya koçberan noqî avê bû û 2 kesan can da

29 December 2021 14:57 0 dîtin
Kestiya koçberan noqî avê bû û 2 kesan can da

PeyamaKurd – Li deryaya Egeyê nêzî Îzmîrê keştiya koçberan noqî avê bû û 2 kesan can da. 

Li navçeya Ûrla ya Îzmîrê do li ser deryaya Egeyê keştiyek koçberan noqî avê bû. Tîmên girêdayî Fermandariya Ewlehiya Qeraxê Behrê ji hewayî û bejahiyê ve xebata lêgerîna rizgarkirinê da destpêkirin. Di lêgerînê de cenazeyê 2 kesan hat dîtin û 24 kes jî bi derfetên xwe derketine qeraxê behrê. 

Cenazeyên her du koçberan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Seferîhîsarê.