Belema koçberan noqî avê bû: Herî kêm 78 kesan can da

14 June 2023 18:50 0 dîtin
Belema koçberan noqî avê bû: Herî kêm 78 kesan can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 14ê Hezîranê li peravên Yûnanistanê belemeke koçberan noqî avê bû. Li gorî zanyariyan heta niha 78 koçberan can daye.

Pasevanên peravên Yûnanistanê derbarê bûyerê de ragihandiye ku belemeke koçberan di şeva sêşemê de li başûrê rojavayê Yûnanistanê binav bûye û 78 kes mirine ku lêgerîna hin kesan jî dewam dike.

Çavkaniyeke Wezareta Koçberan a Yûnanistanê daye xuyakirin, belema ku bi sedan koçber tê de bûn, bi dûriya 47 mîl ji peravên Yûnanistanê di avên navdewletî de wergeriyaye. Li gorî daxuyaniyê 104 kes di wê belemê de hebûne û çar kes ji wan bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.