Keleka koçberan li Tûnisê noqî avê bû: 5 kesan can dan 6 kes jî wenda bûn
PeyamaKurd – Keleka koçberan li Tûnisê noqî avê bû û di encamê de 5 kesan can dan, 6 kes jî wenda bûn. Karmendên ewlehiya peravên Îtalyayê jî 305 koçber û penaber rizgar kirin.
Girava Lampedusa ya Îtalya ya herî nêzîkî bejayî ya Efrîqayê, kelekek ji ber zêde kes lê siwar bibûn û pêlên behrê bi metirsiya noqîavêbûnê, hat hember hev.
Di kelekê de, 305 koçber û penaber hebûn û ji aliyê karmendên ewlehiya peravên Îtalya ve hatin rizgarkirin.
Hat eşkerekirin, di wê kelekê de jin û zarok jî hebûn û ti ziyaneke canî çênebûye.
Ji aliyê din li behra nêzîkî bajarê Safaks a Tûnisê, keleka koçber tê de bûn noqî avê bû û di encamê de, 21 penaber hatin rizgarkirin, 5 kes ji wan can dane, 6 kes jî wenda bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin