Keleka koçberan noqî avê bû: 8 jê zarok 42 koçberan can dan
PeyamaKurd – Li peravên Kanaryayê keleka koçberan noqî avê bû, 8 jê zarok 42 koçberan can dan.
Rêxistina civaka sivîl Carmîndo Fronteras bi daxuyaniyekê diyar kir, keleka koçberan li peravên Kanaryayê noqî avê bûye.
Li gorî rêxistinê, 3 ji wan zarok, 30 jin bi giştî, 42 kesan can dane.
Damezrînerê rêxistinê li ser hesabê xwe yê twîtterê daye zanîn, piştî kelek ji bajarê Daka yê Mexribê bi rê ket bi nîv saetê, noqî avê bûye.
Herwiha destnîşan kir, 6 jin û 4 zilam ji keleka ku noqî avê bûye hatine rizgarkirin.
Damezrînerê rêxistinê eşkere kir, koçber nikarin keştiyan bibînin, lewma neçar dimînin siwarê kelekên bayê yên ne bi ewle ne bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin