Li Gola Wanê keleka koçberan noqî avê bû: 7 koçber mirin

26 December 2019 11:03 0 dîtin
Li Gola Wanê keleka koçberan noqî avê bû: 7 koçber mirin

PeyamaKurd - Keleka ku koçber tê de bûn li Gola Wanê noqî avê bû û 7 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 64 ji wan jî hatin rizgarkirin.

Li Gola Wanê kelekek ku koçber tê de bûn noqî avê bû. Bûyer li nêzî navçeya Elcewazê pêk hat û hat zanîn ku nêzî 70 koçber di kelekê de bûne. Li gorî zanyariyên ewil 7 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 64 ji wan jî hatine rizgarkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin ji ber bayê zêde kelek noqî avê bûye û piraniya wan kesên xelkên pakistanî, bangladeşî û afganî ne.

Hat zanîn ku xebatên rizgarkirinê didomin û metirsî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.