Li Wanê operasyona koçberan hat kirin: 5 koçber û 4 gumanbar hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Bêgiriyê (Muradiye) qeymeqamiya navçê di ser hesabê xwe yê medya civakî yê fermî de ragihand ku tîmên cendirmeyan operasyon kirine ser koçberên biyanî, di encamê de 5 koçber hatine girtin û li ser derbaskirina wan koçberan 4 kes jî hatine desteserkirin.
4 kesên ku karê koçberan bi qaçaxî dikin, piştî îfadên wan yên li baregeha cendirmeyan hat sitendin, wan birin dadgehê û dadgeriya silh cezayê ya Bêgiriyê (Muradiye) wan şand zîndanê. 4 kesên wan şandin zîndanê A.K, A.Ö, İ.Ö û S.S. in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin