Li DYAyê operasyon kirin ser koçberan û 956 koçberan girtin

27 January 2025 20:34 0 dîtin
Li DYAyê operasyon kirin ser koçberan û 956 koçberan girtin

PeyamaKurd – Li DYAyê Rêvebiriya Parastina Gumrikê û ya koçberan (ICE) bi sedema bicîhanîna qanûnên Trump, operasyon kirin ser koçberan û 956 koçberan girtin. ICE ragihand ku operasyon ‘di çarçova kampanya dersînorkirina koçberan’ de hatiye kirin. Operasyon li gelek bajaran hat kirin.

Operasyon bi hevkariya ICE, FBI, DEA û buroya ATFê hat kirin. Rêvebiriya Trump operasyonê deste dike û operasyon ji bo bicîhanîna qanûna koçberan, ji bo sûcdarên talûke û potansiyelî ji civakê dûr bigrin û ji bo parastina giştî û netewî ya DYAyê ye.

Li gor çapemeniya DYAyê; ji hatina Trump ya ser serokatiyê heya niha ICE 2.681 koçberan girtiye lê di derbarê sûcên wan de ti agahî nehat dayîn. Rêvebirê sînor yê DYAyê Tom Homan, ji bo rojnamevanan ragihand ku di nav girtiyên koçber de, ji wan çend kes cezayê giran sitendine.