Operasyona rizgarkirina 507 koçberan
PeyamaKurd- Du keştiyên tije koçber ku 507 kes di wan de ne û di Derya Sipî de rawestiyane, li bende ne ku dewletên Awrûpayê wan weka koçber qebûl bikin.
Rêxistina bi ser Doktorên sînornenas û rêxistina alîkariyê ya Almanya ya bi navê SOS Mediterranee ku bi hevre keştiya Ocean Vikingê îdare dikin, keştiya wan bi 356 koçberan ve di deryayê de rawestiyaye. Koçberên ku dixwazin bi botên biçûk derbasî Awrûpa bibin, bo nefetisin ji aliyê keştiyê de hatin rizgarkirin. Keştiya rêxistina alîkariyê ya Îspanyayê Open Arms bi 151 koçberan ve ev 12 roje ku di behrê de rawestiyane. Tenê koçberên ku tenduristiya wan baş nînin, li dora 8 kesî ji aliyê Maltayê de bo tedawiyê hatin qebûlkirin.
Bo ji behrê bên rizgarkirin, li benda dewleteka Awrûpane da wan qebûl bike. Cîgirê serokwezîrê Îtalyayê Matteo Salvini ragihand ku divê keştiya Open Armsê Îspanya qebûl bike û got ku ew koçberan qebûl nakin.
Koçber wê heya kengê di deryayê de bimînin nayê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin