Li Izmirê operasyon kirin ser koçberan: 386 koçber û 8 qaçaxçî hatin girtin

07 October 2024 22:04 0 dîtin
Li Izmirê operasyon kirin ser koçberan: 386 koçber û 8 qaçaxçî hatin girtin

PeyamaKurd – Li bajarê İzmirê di operasyonên ser koçberan de di nav 3 rojan de, 386 koçber hatin girtin. Kesên karên qaçax yên koçberan dikin, ji 17 kesan 8 kesan şandin zîndanê. Hêzên asayîşê ji bo desteserkirina koçberan xebatên xwe dewam dikin.

Operasyona ku li ser koçberan hat kirin, ji aliyê hêzên asayîşa Îzmîrê; fermandariya cendirmeyan ya bajêr, hêzên ewlehiya peravan û tîmên deryayê yên fermandariya herêmê de hat kirin.

Ji bilî 8 qaçaxçiyên şandin zîndanê, dest danîn ser 4 kamyon, 2 otomobîl, 3 taksî, 5 botên nepixandinê û gelek motoran.