Rêvebiriya Gistî ya Koçberan ya Tirkiyê jimara koçberên dersînor kirine ragihand

30 December 2024 23:18 0 dîtin
Rêvebiriya Gistî ya Koçberan ya Tirkiyê jimara koçberên dersînor kirine ragihand

PeyamaKurd – Rêvebiriya Giştî ya Koçberan ya Tirkiyê ragihand ku di sala 2024an de, di çarçova têkoşîna bi koberan re, jimara koçberên ku dersînor kirine ji 140 hezarî derbas bûye. Rêvebiriya Koçberan, ragihandinê di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir. Rêvebiriya Giştî ya Koçberan weha got:

“Me di sala 2024an de ji 140 hezarî zêdetir koçberan paşde şand welatên ku jê hatine. Me wan koçberan di navendên paşdeşandinan de parast û di pêvajoya paşdeşandina wan de, li gor mafên mirovan, hûqûq û medeniyete, em bi wan re tevgeriyan. Di sala 2023an de jimara koçberan ku me wan paşde şand ya herî zêde bû. Lê jimara sala 2024 ya herî zêde bû.”

Rêvebiriya Koçberan ya Giştî ya Tirkiye her weha ragihand ku ew kesên bi karê qaçax yên koçberan bilîne û weka şebeke dixebitin, bi wan re têkoşiyane û wan teslîmê edaletê kirine.