Rêvebiriya Nûfûsê jimara Sûriyeyiyên bûne hemwelatiyên Tirkiyê ragihand
PeyamaKurd – Rêvebiriya Giştî ya Nûfûsê ya Tirkiyê jimara kesên ji Sûriyê yên ku bûne hemwelatiyên Tirkiyê ragihand. Rêvebirî ragihand ku heya niha 221.671 kesên ji Sûriyê bûne hemwelatiyên Tirkiyê. Li gor ragihandinê rêje wehaye:
“Bi hesêb îro 125.563 kesên 18 salî û yên emrên wan di ser 18an de ne, 96.108 ji wan zarokin û bi temamî 221.671 Sûriyeyî bûne hemwelatiyên Tirkiyê. Eger ciyê ji dayîkbûna kesekî li derveyê welat be, ev nayê vateya ku biyaniye û hem nayê vateya ku hemwelatîbûna wî welatî qezenc kiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin