Rêvebiriya gistî ya Meterolojiya Tirkiyê ji bo 18 bajarên Tirkiyê û Kurdistanê bi koda zer hisyarî da

04 May 2024 23:12 0 dîtin
Rêvebiriya gistî ya Meterolojiya Tirkiyê ji bo 18 bajarên Tirkiyê û Kurdistanê bi koda zer hisyarî da

PeyamaKurd – Rêvebiriya giştî ya Meterolojiya Tirkiyê ji bo 18 bajarên Tirkiyê û Kurdistanê bi koda zer ji bo roja Yekşembê an ladê hişyariya hewayê da. Li gor Metorolojiyê; divê xelk li hemberê lehî, avê, brûskê, teyrokê û bayê xwe amade bike û hişyar be.

Di nav bajaran de li Torsên Derya Sipî, rojhilayê Derya Sipî, Anedola Navîn, rojhilatê Derya Reş, Serhed û bajarên weke Ardahan, Qars, Mûş, Bedlis, Şirnex, Hakkâri, Sêrt û Batman hene. Konya û Erzerom jî di nav ciyê baranê de ne.

Bajarên ku bi koda zer hatine hişyarkirin: Hatay, Osmaniye, Adana, Kahramanmaraş, Sêwas, Dêrsim, Erzincan, Bayburt, Gümüşhane, Giresun, Trabzon, Rize, Artvin, Diyarbekir, Mêrdin, Batman, Sêrt û Şirnex hene.