Rêveberiya Gistî ya Kesnasiya Tirkiyê ji bo 14 bajarên Bakur hisyarî da

06 April 2022 11:09 0 dîtin
Rêveberiya Gistî ya Kesnasiya Tirkiyê ji bo 14 bajarên Bakur hisyarî da

PeyamaKurd Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê, di derbarê 14 parêzgehên Bakurê Kurdistanê de hişyarî da û got: “Divê li dijî barîna barana bi herî, bandorên neyînî yên tozbarînê li ser mesafeya dîtinê û trafîkê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.”

Li gor Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê têkildarî ewrên bi toz ên li Sûriyê  ku tê çavarêkirin bi rêya ba ser bi 14 parêzgehên Bakurê Kurdistanê ve here û li wan parêzgehan bibin sedema tozbarînê, daxuyaniyek nivîskî belav kir.  

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê di daxuyaniyê de ragihand, wê di 6 û 7ê vê mehê de ji bo dema du rojan, li parêzgehên Diyarbekir, Riha, Çewlig, Agirî, Îdir, Qers û Erzeromê toz bibare û dibêje: “Divê li dijî barîna barana bi herî, bandorên neyînî yên tozbarînê li ser mesafeya dîtinê û trafîkê tedbîrên pêwîst bên wergrtin.”

Herwiha hat eşkerekirin, tê çaverêkirin  ku li hinek deverên  parêzgehên Êlih, Şirnex, Sêrt, Muş, Colemêrg, Bedlîsê û Wanê jî dem bi dem bi heman awayî  toz bibare.