Kesnasiya Tirkiyê ji bo bajarên Bakur: Divê di nav vê hefteyê de tedbîrên pêwîst bên sitendin

21 October 2022 10:29 0 dîtin
Kesnasiya Tirkiyê ji bo bajarên Bakur: Divê di nav vê hefteyê de tedbîrên pêwîst bên sitendin

PeyamaKurd – Rêveberiya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê di derbarê 13 parêzgehên Bakurê Kurdistanê de hişyarî da û diyar kir, divê di nav vê hefteyê de tedbîrên pêwîst bên sitendin.

Rêveberiya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê  da zaîn, ji 21ê Cotmehê û pê ve di nav hefteyekê de li parêzgehên Diyarbekir, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Riha, Bedlîs, Qers, Agirî, Idir, Mûş, Şirnex, Colemêrg û Wanê yên Bakurê Kurdistanê tê pêşbînîkirin ku baraneke zêde bibare û rê li lehiyan veke.

Hat eşkerekirin ku li piraniya parêzgehan, egera ba û bahozê jî heye û metirsî heye serbanên avahiya bifirin, stun û dar jî bikevin xwarê.

Herî dawî Saziya Keşnasiyê hişyarî dide ku welatî tedbîrên xwe bistînin û li gor hişyariyê tevbigerin.