Omicron li 4 bajarên Tirkiyê û du bajarên Bakurê Kurdistanê hat dîtin
PeyamaKurd – Wezareta Tendirustiya Tirkiyê bi daxuyaniyekê da zanîn, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 42 kes bi vîrûsa guhertî “Omicron” ketine.
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê di daxuyaniyê de eşkere kir, Omicron li 4 bajarên Tirkiyê û du bajarên Bakurê Kurdistanê belav bûye.
Herwiha Tendirustiya Tirkiyê ragihand, 30 kes li Stenbolê, 6 kes li Îzmîrê, 2 kes li Kutahya, 2 kes li Isparta, kesek li Şirnexê û kesek ji li Diyarbekirê bi vîrûsa Omicronê ketine.
Heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 hezar û 73 kes bi vîrûsa Delta û 42 kes jî bi vîrûsa Omicronê ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin