Li 15 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeyê dest pê kir
PeyamaKurd - Li 15 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya derketina derve dest pê kir.
Di çarçoveya bergiriyên dijî belavbûna koronaya nifşê nû (Covid-19) li 15 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê derketina derve hate qedexekirin.
Qedexe dê 4 rojan berdewam be û 2 bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Dîlok û Wanê jî li xwe digre.
Market, fêkîfiroş û goştfiroş dê roja şemî û yekşemê girtî bin û rojên duşem û sêşemê jî seet ji 10ê sibehê heta 4ê êvarî vekirîbin.
Li gel dawîn amaran, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 146 hezar û 457 kes bi koronayê ketine, 4 hezar 055 kes ji ber koronayê mirine û 106 hezar 133 nexweşên koronayê jî baş bûne û çûne malên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin