Meteorolojiya Tirkiyê ji bo 11 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya berf û qesayê da

25 November 2020 18:30 0 dîtin
Meteorolojiya Tirkiyê ji bo 11 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya berf û qesayê da

PeyamaKurd - Saziya keşûhewayê ya Tirkiyê, ji bo 11 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berfê û qeşayê da.

Di daxuyaniya Meteorolojiya Tirkiyê de hişyariya berfa zêde û qeşemgirtinê ji bo bajarên Wan, Bedlîs, Mûş, Colemêrg, Dersîm, Îdir, Erzingan, Agirî, Erzerom û Qersê hat dayîn.

Meteorolojiyê diyar kir ku li gelek deveran germahî ketiye binê sifirê û bi şev germahiya herî kêm a hewayê li Muşê 10, li Colemêrgê û Wanê 9 û li Bedlîsê jî dibe 6 derece û hişyariya barîna berfê û qeşayê da hemwelatiyan daku tedbîrên xwe bistînin û baldar bin.